EZ GUNDÎ ME ....

EZ GUNDÎ ME ....

Dîlber derê şeneşîn ê
Bi kene bi lêv bişrîn ê
Dermanê jiyan û jîn ê
Aşiqê te me lê dîn ê

Dîlber kesekî gundî me
Evînê wan çavên te me 
Dîlbera min şemrexî ye
Li bendî me bi hêvî me

Gundê min tev baxçê ye
Sarinc û bîrê av zê heye
Dîlbera min gelkî bihayê
Ew bihuşta dilê Seydaye

Dîlber te ez winda kirim
Derya eşqê de wer kirim
Ew derya kûr ber fireye
Ditirsim fetis û bimirim

Ez nexweşim çare nîn e
Were rewşa min bibîn e
Bijîşka got; nîne çar e
Dermanek ji bo min bîn e.

Seyda Mêrdînî 17,05,2020



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ