MIN JI LÊVAN
MIN JI LÊVAN ....
Min ji lêvan met vexwar
Sîng mermera şîn bihar
Ez dil şad û dil xweşim
Li wargeha delal û yar
Yar delala naz û şeng
Ew dem xala rû çeleng
Li ba yara xwe dildarim
Fîstan reng şox û şeng
Yar delala dev li kene
Pir bedew lêv û çene
Ez gelek pir dilşadim
Vebûn ev piştik bene
Sermest û bê hiş ketim
Nav baxê gulan raketim
Nizanim ez sermestim
Xwezî jîn wusa bê tim
Gul û kulîlk bêhn vedane
Dil ji eşqa nayê hedane
Li derya evînê werkirin
Dil geşe geşt û seyrane
Yar geşt bû dermanê dil
Min dûr kirî ji derd û kul
Bi deng û awazên bilbil
Çav ji rondika hew bû şil
Seyda Mêrdînî 21/02021
Yorumlar
Yorum Gönder