Kayıtlar

ŞENGAL BÛYE GOLA XWÎNÊ.

Resim
ŞENGAL BÛYE           GOLA XWÎNÊ  Ey Welat ê kal û bava Parçe kirin bi çar nava Boy winda be nebe ava Dijmin avêtin wan gava Nasekine neyarê me Belav dike welatê me Dadgerîne mej dînê me Wêran dike hebûna me Dest şewitî ji qelemê Bihesîne dinya û amê Şengal kirin gola xwînê Bersiv bidine kurdê dinê Kurdno yekbin b'hevrabin Dest hev bigrin l'rex hevbin Nexapin hûn bi dînê xwe Bi rejîbin gel dîroka xwebin Êzidî kurmanc goran soran Ew giş kurdin ji cîhê giran Cuda bûne ji malên kurdan  Hebûye timî birak ya wan Milletê me her çaran yeke Ava me te ji çem û kanîkê Dîn cudaye ji dest dijminan Tê xwîna me ji demarekê Em ketine destê neyar Em kirine peza gur xwar Dijminê me çi qas xedar Nadin mecal em bikin hewar Ka binêrin li kal û pîra Gur dikujin bav û bira Ji xwe ra dibin hinik jina Boy bifroşin bi perê mira Dilê şengal bi kul û birîn Danîn erdê serî birrîn Ruh ji beden ew çav firîn Hêvî ji Xwedê nayên birrîn Rêzanên me kirin zîndan Girtî kela wan jî berdan Welatê me kirin talan Wê

ŞENGAL

Resim
#ŞENGAL ...! Şengal li min kêf û şahî, geşt û seyran, eşq û evîn, ji bo min tune, ji ber wê yekê ez dinal im, lêborîna xwe, ji te dizwazim. Çavên te, bi firmêsk, laşê te bi jan û bi êş, dilê te bi birîn, bi derd û kul û xeme, lo xayîno! baş binêre. Şengal li bin taht, lat û zinaran, ser erda sar û sincirandî li ber germa havînê, li çol û çolistana, tune dar û sîberik, ne kozk û çeperek ne konek ne şikeftek. Şengal di bin holik û konan de li bende warên rondikên winda yîne, dayik, keç û bûkên dest hine kirî, qêrîn di qirika gewrîya wan de rawestîye xeniqîne. Şengal gul sor û gul perîyên dil kel, girîne bê hêvîne, bav û kalên bê guneh dil şikestî neçar zindîyên mirînê. ew jî ezim, bihuşta cîhanê, kurdîstane. Şengal ji bona welatê ne azad pêwîste, hemû xayîn û hov ji hev ra lêborinê bixwazin û pêwîste çêkin yek civînek û yek civîn ê!            #Seyda_Mêrdînî                 03/08/2017

ALÎKÎ MIN ....

Resim
 ALÎKÎ MIN .... Alîkî min dijmin û neyar e Alîkî min bizot pêtên ar e Alîkî min warê xem bar e Pişt kule ber kurmê dar e. Alîkî min pêlê derya ye  Alîkî min xem xwîya ye Alîkî min bê dewletî ye Korbûm ber kurmê dar e. Alîkî min êtun û volqan e   Alîkî min mişext û talan e  Alîkî min keser û kovan e Lalbûm ber kurmê dar e. Alîkî min tov û ax û war e Alîkî min taht, lat û zinar e  Alêkî min qedexe ye zar e. Şêtbûm ber kurmê dar e. Alîkî min ava dîjlê û firat e Alîkî min şehîdên welat e Alîkî min çav li rê bo felat e Astengî kirye kurmê dar e. Alîkî min ava şîn û mûrat e Alîkî min serhed û ararat e Alîkî min sîpan û xelat e Azad nebûn ber kurmê dar e. Alîkî min darê hinar û zeytûn e Alîkî min çiyayê mazî û lêlûn e Alîkî min dayikên dil bi êtûn e Rizgar nebûn ber kurmê dar e. Alîkî min Cudî û sûbhan e Alîkî min pêlên gola wan e  Alîkî min Efrîn û Koban e Talan bûn ber kurmê dar e. Seyda Mêrdînî ....            31/07/2022 ....

ÇI BIKIM

Resim
ÇI BIKIM !.... Dil wek ava zelal nebe Hiş û mejî gelhev nebe Zimanê dê li dev nebe Çibikim ji vê devkanî yê Dil wek şûşê xalî nebe Deriyê eşqê ger venebe Ger dil, ji dil kurdî nebe Çibikim ji vê kurdîtî yê Çendê mal û milkî hebe Ax û hebûn bi tezgehbe Di xizmeta netew nebe Çibikim ji vê netewî yê Zarê şêrîn di dev nebe Bi gorî û heyran nebe Wek feqîyê Teyran nebe Çibikim ji vê heyranî yê Eşqa Dîlber ji dil nebe Deriyê vînê ger venebe Zarê dijmin şorên tebe Çibikim ji vê ştexelî yê Ger kurdekî perwer nebî Gel zarê xwe bi kar nebî Ew zar der û hundir nebî Çibikim ji vê perwerî yê Tu dibî wek das û bivirî Reh ên dara xwe dibirî Dil wek liba zerdel û tirî Çibikim ji vê şêranî yê Ziman mirî kurd dimirî Xwe bi zarê biyan digirî Tu çilo kurdek dil kevirî Çibikim ji vê dil hişkî yê Zelal ava şerbik nebî Li kurdistan nasî nebî Wek Seydayê Kûrî nebî Çibikim ji vê seydatî yê S Mêrdînî 25.12.2022

SERÊ MIN XWARÊ

Resim
SERÊ MIN           XWARÊ! Perîyek min dî Çi xweş û rindî  Dil ji min birî Bê şerm û fedî Ji lêvên şekirî Dilê min vekirî Harû mestkirim Wê xwe dûr kirî Ronî wek çira Perî wer vira Ji hiş ve ketim Ji derd ê te ra  Bejin ji dehlê Binêrim li balê Lêvên ji lalê Mestim delalê Dil ji bo yar ê Evîn nû bar ê Li min bû arê Serê mi xwarê  Ji kurmê darê  Reh çûye xwarê Wek zilindarê Fêd nade biharê Qarûşek zol e Ziwa kir gol e Bi ser neketîye Ezê hildim tol e Seyda Mêrdînî 10//04//2021

EZ NIZANIM ÇI BÊJIM

Resim
EZ NIZANIM           ÇI BÊJIM Derdê û kulê me girane Kurdistan her der dinale Ji mere qe tune dermane Ez nizanim çi bêjim Derd û kulê bê dermane Ev çend salê li paş mane Li me hatiye axirê zemane Ez nizanim çi bêjim Derd û kulan dibe 'ecim Li dinyayê ez bê wecim Ne nexweşim ne jî qencim Ez nizanim çi bêjim Derd û kulê me nacebire Dil û hinav bûn xedare Seyda ji wan pir xemdare Ez nizanim çi bêjim Ji derdan re derd kêşim Şev û rojan ez li pêşim Herdem li nav jan û êşim Ez nizanim çi bêjim Şev û rojan ez dinalim Nexweşim ez bêhalim Ez feqîr û ez bê malim Ez nizanim çi bêjim Ketime nav kul û derdan Ji dest pîs û namerdan Ewê min têxin bine erdan Ez nizanim çi bêjim Di xerîbiyê de difetisim Belengazim û bê kesim Bê rûh û tim bê nefesim Ez nizanim çi bêjim Derd û kula ez hejandim Bi arê xwe qemirandim Şewta wê ez helandim Ez nizanim çi bêjim Lewitî me ji gemaran Tim bi qêrîn û hewaran Li me kirine barkî giran Ez nizanim çi bêjim Ez peritîm birîndar im Bê hekîm û cebar im Bê yar û bê ev

HÊVÎYA ME ....

Resim
HÊVÎYA ME ..!. Ger tîra eşqê kete dil, kes nikare jê bireve. Dibe wek mem û zîn, ligel eşq û evîn teve Wekî Xanî w Cizîrî, li gel batê w teyran. Dilê ligel evîn û vînê, gazin jê neke qûrban. Bi zarîn û bi hewar, tu wekî bilbilê şadî. Li ser evîndara lêke, ta tu bighêjî miradî. Bilbilê bi kêf û şadî, deng û awazê xweş. Tu dil pak û dil zelalî, bi rûyekî sîma û geş. Ev çend hezar sal in, Bextê me kurda reşe. Hêvîya me ma xweda, daxwaza me bi meşe. S Mêrdînî 07.10.2021