ŞENGAL BÛYE GOLA XWÎNÊ.
ŞENGAL BÛYE
GOLA XWÎNÊ
Ey Welat ê kal û bava
Parçe kirin bi çar nava
Boy winda be nebe ava
Dijmin avêtin wan gava
Nasekine neyarê me
Belav dike welatê me
Dadgerîne mej dînê me
Wêran dike hebûna me
Dest şewitî ji qelemê
Bihesîne dinya û amê
Şengal kirin gola xwînê
Bersiv bidine kurdê dinê
Kurdno yekbin b'hevrabin
Dest hev bigrin l'rex hevbin
Nexapin hûn bi dînê xwe
Bi rejîbin gel dîroka xwebin
Êzidî kurmanc goran soran
Ew giş kurdin ji cîhê giran
Cuda bûne ji malên kurdan
Hebûye timî birak ya wan
Milletê me her çaran yeke
Ava me te ji çem û kanîkê
Dîn cudaye ji dest dijminan
Tê xwîna me ji demarekê
Em ketine destê neyar
Em kirine peza gur xwar
Dijminê me çi qas xedar
Nadin mecal em bikin hewar
Ka binêrin li kal û pîra
Gur dikujin bav û bira
Ji xwe ra dibin hinik jina
Boy bifroşin bi perê mira
Dilê şengal bi kul û birîn
Danîn erdê serî birrîn
Ruh ji beden ew çav firîn
Hêvî ji Xwedê nayên birrîn
Rêzanên me kirin zîndan
Girtî kela wan jî berdan
Welatê me kirin talan
Wê bîr neçe hezar salan
Êdî bese şengal koban
Bi qurnava me dan qurban
Riza Seyîd û gelî yê zîlan
Helebça me kirin wêran
Şêx Se'îd û Eyûbî şakin
Ji wan pirskin dê kengî rabin
Heta kengî ewê bê kar bin
Wê li binê xulî ya sar bin
Ji xewê rabin me mêzekin
Dijminên me tar û mar kin
Me xwedî kir ewan dîna
Wan me bi şîn û girî kirin
Ka binêre ew Şengale
Ew dîroke hem jî kale
Emrê wê pênç hezar sale
Ji dest zulm ew dinale
Wa rabûne lehengê me
Keç û xort ciwanê me
Xwişk û bira hevalê me
Wê azad kin welatê me
Kurd ketine şerê giran
Dest bernadin hatî dewran
Tola me ya hezar salan
Wê bistînin lawê Kurdan
Seyda Mêrdînî
18//05//2018.
Yorumlar
Yorum Gönder