EZ NIZANIM ÇI BÊJIM
EZ NIZANIM
ÇI BÊJIM
Derdê û kulê me girane
Kurdistan her der dinale
Ji mere qe tune dermane
Ez nizanim çi bêjim
Derd û kulê bê dermane
Ev çend salê li paş mane
Li me hatiye axirê zemane
Ez nizanim çi bêjim
Derd û kulan dibe 'ecim
Li dinyayê ez bê wecim
Ne nexweşim ne jî qencim
Ez nizanim çi bêjim
Derd û kulê me nacebire
Dil û hinav bûn xedare
Seyda ji wan pir xemdare
Ez nizanim çi bêjim
Ji derdan re derd kêşim
Şev û rojan ez li pêşim
Herdem li nav jan û êşim
Ez nizanim çi bêjim
Şev û rojan ez dinalim
Nexweşim ez bêhalim
Ez feqîr û ez bê malim
Ez nizanim çi bêjim
Ketime nav kul û derdan
Ji dest pîs û namerdan
Ewê min têxin bine erdan
Ez nizanim çi bêjim
Di xerîbiyê de difetisim
Belengazim û bê kesim
Bê rûh û tim bê nefesim
Ez nizanim çi bêjim
Derd û kula ez hejandim
Bi arê xwe qemirandim
Şewta wê ez helandim
Ez nizanim çi bêjim
Lewitî me ji gemaran
Tim bi qêrîn û hewaran
Li me kirine barkî giran
Ez nizanim çi bêjim
Ez peritîm birîndar im
Bê hekîm û cebar im
Bê yar û bê evîndar im
Ez nizanim çi bêjim
Ez ne saxim natebit im
Gêj bûme ez diperpit im
Ji bo welat ez dixebit im
Ez nizanim çi bêjim
Seyda Mêrdînî
23/03/2020
Yorumlar
Yorum Gönder