ÇIZBIKIM !....
Dil wek ava zelal nebe
Hiş û mejî gelhev nebe
Zimanê dê li dev nebe
Çibikim ji vê devkanî yê
Dil wek şûşê xalî nebe
Deriyê eşqê ger venebe
Ger dil, ji dil kurdî nebe
Çibikim ji vê kurdîtî yê
Çendê mal û milkî hebe
Ax û hebûn bi tezgehbe
Di xizmeta netew nebe
Çibikim ji vê netewî yê
Zarê şêrîn di dev nebe
Bi gorî û heyran nebe
Wek feqîyê Teyran nebe
Çibikim ji vê heyranî yê
Eşqa Dîlber ji dil nebe
Deriyê vînê ger venebe
Zarê dijmin şorên tebe
Çibikim ji vê ştexelî yê
Ger kurdekî perwer nebî
Gel zarê xwe bi kar nebî
Ew zar der û hundir nebî
Çibikim ji vê perwerî yê
Tu dibî wek das û bivirî
Reh ên dara xwe dibirî
Dil wek liba zerdel û tirî
Çibikim ji vê şêranî yê
Ziman mirî kurd dimirî
Xwe bi zarê biyan digirî
Tu çilo kurdek dil kevirî
Çibikim ji vê dil hişkî yê
Zelal ava şerbik nebî
Li kurdistan nasî nebî
Wek Seydayê Kûrî nebî
Çibikim ji vê seydatî yê
S Mêrdînî 25.12.2022
Yorumlar
Yorum Gönder