ŞENGAL
#ŞENGAL ...!
Şengal li min kêf û şahî, geşt û seyran, eşq û evîn,
ji bo min tune, ji ber wê yekê ez dinal im, lêborîna xwe, ji te dizwazim.
Çavên te, bi firmêsk, laşê te bi jan û bi êş, dilê te bi birîn, bi derd û kul û xeme, lo xayîno! baş binêre.
Şengal li bin taht, lat û zinaran, ser erda sar û sincirandî li ber germa havînê, li çol û çolistana, tune dar û sîberik, ne kozk û çeperek ne konek ne şikeftek.
Şengal di bin holik û
konan de li bende
warên rondikên winda yîne, dayik, keç û bûkên dest hine kirî, qêrîn di qirika gewrîya wan de rawestîye xeniqîne.
Şengal gul sor û gul perîyên dil kel, girîne bê hêvîne, bav û kalên bê guneh dil şikestî neçar zindîyên mirînê. ew jî ezim, bihuşta cîhanê, kurdîstane.
Şengal ji bona welatê ne azad pêwîste, hemû xayîn û hov ji hev ra lêborinê bixwazin û pêwîste çêkin yek civînek û yek civîn ê!
#Seyda_Mêrdînî
03/08/2017
Yorumlar
Yorum Gönder