SERÊ MIN XWARÊ
SERÊ MIN
XWARÊ!
Perîyek min dî
Çi xweş û rindî
Dil ji min birî
Bê şerm û fedî
Ji lêvên şekirî
Dilê min vekirî
Harû mestkirim
Wê xwe dûr kirî
Ronî wek çira
Perî wer vira
Ji hiş ve ketim
Ji derd ê te ra
Bejin ji dehlê
Binêrim li balê
Lêvên ji lalê
Mestim delalê
Dil ji bo yar ê
Evîn nû bar ê
Li min bû arê
Serê mi xwarê
Ji kurmê darê
Reh çûye xwarê
Wek zilindarê
Fêd nade biharê
Qarûşek zol e
Ziwa kir gol e
Bi ser neketîye
Ezê hildim tol e
Seyda Mêrdînî
10//04//2021
Yorumlar
Yorum Gönder