ÇI BIKIM
ÇI BIKIM !.... Dil wek ava zelal nebe Hiş û mejî gelhev nebe Zimanê dê li dev nebe Çibikim ji vê devkanî yê Dil wek şûşê xalî nebe Deriyê eşqê ger venebe Ger dil, ji dil kurdî nebe Çibikim ji vê kurdîtî yê Çendê mal û milkî hebe Ax û hebûn bi tezgehbe Di xizmeta netew nebe Çibikim ji vê netewî yê Zarê şêrîn di dev nebe Bi gorî û heyran nebe Wek feqîyê Teyran nebe Çibikim ji vê heyranî yê Eşqa Dîlber ji dil nebe Deriyê vînê ger venebe Zarê dijmin şorên tebe Çibikim ji vê ştexelî yê Ger kurdekî perwer nebî Gel zarê xwe bi kar nebî Ew zar der û hundir nebî Çibikim ji vê perwerî yê Tu dibî wek das û bivirî Reh ên dara xwe dibirî Dil wek liba zerdel û tirî Çibikim ji vê şêranî yê Ziman mirî kurd dimirî Xwe bi zarê biyan digirî Tu çilo kurdek dil kevirî Çibikim ji vê dil hişkî yê Zelal ava şerbik nebî Li kurdistan nasî nebî Wek Seydayê Kûrî nebî Çibikim ji vê seydatî yê S Mêrdînî 25.12.2022