NEWROZA ME .....

NEWROZA ME 1 ....

Newroza me pîroz be,
li gelê kurd û kurdistan
Bi hêviya serxwebûnê,
ji bo kesen bin destan

Em aza û serbest bijîn, 
tevdê bend û rûhberan
Însan tevî dadmendbin, 
bibin wek pêxemberan

Hemû rûhber azad bin,
kurm û kêz,mûr û mara
Biçûk û mezin gel cina,
tevdê ajala tilûr û teyra

Gul û nêrgiz dê geşbin 
her der bibe gulistan
Milet hemî dewlet bin 
tevlî kurd û Kurdistan

Dadmendî ya b'rastîbe
wek Muhamed Qazîbe
Her ferdek dê azad be 
gelê kurd serbixwe be

Ger ez mirim nebînim 
biçim gorê û qebristan
Werin ser gorê bibêjin 
azad bûye Kurdistan

Dê rûhê min şad bibe 
li gel mizgînî ya pîroz
Wesyeta min bîrnekin 
bidin min danîn û soz

Seyda Mêrdînî
              21/03/2018
                   
NEWROZ 2 ....

Lo dilo rabe bihar e
Eman dilo çi sar e
Dilo xew ma nebes e
Newroz hate bihar e

Bist û yekê adar e
Nêrgiz û gula bihar e
Ji bo xorta sitar e
Newroz hate bihar e 

Îro nabêjim dil jar e
Hêvî ya me bihar e
Mila hild agir dade
Newroz hate bihar e

Gul vebûn li warê me
Çare dîtin ji derdê me
Xelas êş a canê me
Newroz hate bihar e

Seyda Mêrdînî
                19/03/2019

BîST Û YEKÊ ADARÊ 3....
      
Bîst û yekê adarê hat,
bo ciwanê gewr û boz

Gelî kurdê niştîmanî,
dikim cejna we pîroz.

Î ro cejna me kurda ye,
kawa nav danî Newroz

De govendê ka li darxin,
bikin dîlan û terp û toz.

Li her derê em xuya bin,
wek bayê pêşî bi bahoz.

Nerm wekî şiva benav,
hişk bin wekî dara gûz.

Da ku neşkîn in katê,
ba û bager û bahoz.

Kawa çû qesra dehaq,
jê stendî ye tol û doz.

Bo me egît û xweşmêr,
l'ser çiya di çeper û koz.

Dest bidin hev bibin yek,
bi hev re em bikin doz.

Bi ceng û şer û bi xebat,
şoreşgêr bi ceger û soz.

Ser çiyayê sîpan û xelat,
Dêrsim, Amed û zagroz.

Guh nedin em li peyvê,
mejî zingar û ker boz.

Mafê xwe her bixwazin,
bi tîr û kevanên rû boz.

Emê ala xwe jorve hildin,
ji niha ve em didin soz.

Ewê her tim dê bi jor xin,
xort û ciwanê wek moz.

Emê rê ji bo we restkin,
qad û hol tev bikin dûz.

Li Qamişlo û mahabad,
Hewlêr û Mêrdîn li poz.

Em nahêlin hûn bimînin,
di bin bar de bi pişt xûz.

Nahêlin jar û dîl bibin,
li dijî dijmina serî kûz.

Hetanî ku hûn bigîhên,
rêza egît û him zerî roz.

Li Kurdistanê tev bijîn,
Serbixwe û bilind poz.

Seyda Mêrdînî
                23/03/2020

NEWROZ 4 ....
           BO ME BÛ STAR

Newroz ê tu bi xêr hatî
Li ser ser û çavan hatî
Ji boy me kurda xelatî
Kêfbin bi xwişk û biratî

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Ciwan tev li hespê boze
Lehengê me wek moze 
Li ser dijmin dikin toze 
Bi şer û ceng û bahoze

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Ser teht û lat û zinaran
Cîhê kavil û nav wêran 
Binê ban û li ser banan
Li nava gund û bajaran

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Roşan pêxistin li deştê
Dengê kurda çi xweştê
Hemberî hov û neyara
Bi şahî, seyran û geştê

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Bi dengê şalûl û bilbila 
Bejna wan dirb a dehla 
Dikin reqs û dîlana mila
Li warê vîn û evîna dila

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Sîma bi geş ji rengê alê 
Kesk û sor û zer li qadê 
Ez heyrana bejin û balê
Zenda li badin ar dadê

Hêvî ya xorta ev bihar
Newroz bo me bû star

Seyda Mêrdînî
                  18.03.2021

CEJNA KURDAN
                BI XÊR HATÎ 5....

Bîst û yekê adarê bixêr hatî
Li Kurdistan û li vî welatî
Ji bo Kurdan xweş xelatî
Cejna Kurdan bi xêr hatî 

Newroz bihar bi xwere anî
Kêf û şahî li her der ê danî
Xemiland deşt çiya û banî 
Cejna Kurdan bi xêr hatî

Newroz hat serser û çava
Berf helî ya ber çem û ava
Li her der ê tê bîna gulava
Cejna Kurdan bi xêr hatî

Li herderê geşt û seyran e
Ev cejna a hemû kurdan e
Eşq û evîn xistî ye dilan e
Cejna Kurdan bi xêr hatî

Bilbil dike hewar û fîxan
Li nav baxçe li ser gulan
Herder ê agir tê te dadan
Cejna Kurdan bi xêr hatî 

Herder şînbûn ji bizbizêka 
Ji bêhna berfîn û şekiroka
Ji keç û bûkên dev kenoka
Cejna Kurdan bi xêr hatî

Îro cejna Kurda Newroz e
Bo me kurda daw û doz e 
Rojeke pir bi nirx û pîroz e
Cejna Kurdan bi xêr hatî 

Li deşt û çiya û zozan e
Qor bi qor agir dadan e
Keç û xort dikin dînan e
Cejna Kurdan bi xêr hatî 

Keç û bûk bi kiras û fîstan 
Ciwan b'şal û şapikê xortan
Her bijî Kurd û kurdisatan
Cejna Kurdan bi xêr hatî

Seyda Mêrdînî
                  22.03.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ