QESÎD E
KA WERIN HA KA WERIN
Ka werin ha ka werin
Hemû tev dost û yar
Em pir bikin şîn û girî
Bo şêx masûmê kubar.
Ka xuyê gotar û galgal ê
Ew çû wargeha bihuşt ê
Derd û kulan li me barkir
Em hiştin di nav hisret ê.
Bi hisreta şêxê kubar e
Dil û ceger kir pêt û ar e
Ji ber nakin qet debar e
Pir dibînin renc bi bar e.
Kanî şêxê dîwana zikir
Di laşê me de birîn vekir
Pir bûn di dil tîra kevan
Dil û hinav tev hûrdikir.
Kanê kulîlka baxçê îrem
Gihaştî ji me ku bû edem
Dê em ji kê hewar bikin
Teqdîr jî ji mêj de qelem.
Navê rûmet û zî neseb
Şêx Masûm ê enwerî
Gul û rihana qelbû dil
Nabe xwîya sîma perî.
Husn û cemal bê mîsal e
Qedr û qîmetê dê delal e
Çeşmê sîyah gerden xefîf
Naçe j'me raman û xeyal e.
Esl û fesil pir ji Şerîf e
Gewhera dur û sedef e
Şêx Masûmê kêl enber e
Bûye metfûn pir telef e.
Ew zanyarek ‘alî meqam
Xwedî çand û pir hunerî
Zî nîsbetê feyzê bîlal
Ew meş’ela behrû berrî.
Derman ê derd û birînbû
Pêşî û talîyên her ‘îllet ê
Distîne bi çav bîna dûrbû
Ji xem nedikir û ru’yet ê.
Dil bi hezîn û ceger birîn
Nabe lê ye sebr û biryar
Zarîn fîxan bi ax û nalîn
Ju me naçit weleh tucar.
Şemrex kûrê gundê wî bû
Li paytext Şêx bûye wefa
Ya Xwedayê erd û ezman
Rehmet bike li ehlussefa.
S Mêrdînî 18.04.2023
Yorumlar
Yorum Gönder