Kayıtlar

FELEK BINÊR

Resim
FELEK BINÊR Felek binêr l'halê kurdan Mişextî bûne li her deran Mane dinav kulû derdan Tev hiştine bê xeberdan Perwerde nîne bi ziman  Bi biyanî dikin we'azan Li mizgeft û li dibistan  Bo em bimînin ê nezan Gelê meyî kurdê rêzan Rabe bes e xew û razan Neyar û hov kesê gemar L' wan bike daw û dozan  Ger em bimînin ê nezan Em ê bibin feqîr û xizan Ji ber wê zar nebû fermî Ev çi dewr û ev çi zeman Gelo çima em na civin,? Em razanin em bêxemin Hêvî ya dawî ya rojanin Yên rabin xort û ciwanin Tu kes maf nadi b'xêran Xebat bikin wekî şêran Li dijî hovan û neyaran Welat ji bo nebe wêran Welat giran, ne bi zêran Dilê me dane ber kêran  Ji ber kesê meyî gemar Fedî nîne li ba qerfokan S Mêrdînî 07.05.2021

EV ZERIYA ÇAV BI KIL.

Resim
EV ZERIYA                ÇAV BI KIL Ev zeriya çav dijwar Dil û hinav anîn xwar Ramûsanek neda min Ketim tayê, tayek sar Ev zeriya çav bi kil Kezî berdane ser mil Çend awir avête min Wer diyare ji can û dil Ji cem min meşî û çû Heş û aqil ma bi dû Bi lêvên xwe gote min Tu kalî temenê teyî çû Min li halê xwe pirsî Xwarin bû nanê bi tisî Ciwanî yê pişt da min Kes nema guhde kesî Vê biyanîyê kirim pîr Li malê bûme hêsîr Yarê maçek neda min Kirim hejar û feqîr Ev feleka bê wijdan Li dinyê kirim xizan Renc û dîl kir para min Têr ne bûm ji wan çavan Çilmisîm bûme xemgîn Li vê dinyê bûme dîn Xwezî serîk bida min Dil û hinav biba xwîn S Mêrdînî. 03.08.2020

EVRÎN XELAF!

Resim
EVRÎN XELEF! Evrîn xelef zehf çûne gelek Bi vî rengî wek horî û melek Hin pênûs dest hin jî biçek Wergerandin wan çerxa felek Li ser kar bûn wek jin xasan Ji bo kurdistan didan halan Ew keçên ap û keçên xalan  Şewq û şemal wek rengê alan Wan suxre dikirin wekî şêran Helbest û sitran tim di dêran Xebata wan bêtir ji ya mêran Xwe didan pêş wekî şêran Bi xebatên xwe reng vedan Bi qasî mêran ew can fedan Bûn leheng û xwe pêş vedan Li cihanê wan pir deng didan S Mêrdînî 26.06.2021

DAR SÎBERA MI!

Resim
DAR SÎBERA MI.! Dar sîbera mi şengale  Warê  zerdeşt tê kale  Çi qonaxek pir xweşe  Ji bona kurda ew male  Cih û sekana kurdane Wê gelek  şehîd dane  Dinya  alem  tev zane Tu kes nabe dermane  Li dijî hovan bi hêz bin Ne bi kîn û ne bexîl bin  Her gavê mil bi mil din Bi civîn û bi tevger bin Şengala xwe rizgarkin Di dest neyar bernedin  Em bersiva hovan bidin Çerxê li dijminan badin  S, Mêrdînî, 05.08.2021

LI SER SÎNGA MÊRDÎNÎ

Resim
LI SER SÎNGA                 MÊRDÎNΠ Kurdistan pirr hêja ye Jîyana mi bi wê ra ye  Mal û milkê dinya yê Ji bona mi bêhûdeye Amed, mûş û mêrdînê Hewler, koban û efrînê  Qamişlo, cizîr û wanê Tev, şar û bajarê teye  Gelîyê zîlan û mahabat Cûdî û sîpan û ararat Çiyayê kurmêncû xelat Tev neqşû nigarê teye Dijle û munzûr bi nave Firat tev kanî û şilave Ava muradê bi delave Tev cem û robarê teye Li  ser sînga mêrdînî Min neqşê te lê danî Dinavbera birûyê xwe Min navê te li ser daye Welat tev dar û devî Deşt û zozan û zevî Ji bona kurdaye hêvî Nift û gaz û xizne ye S.Mêrdînî, 02.08.2020

HEBE MÊJÎ.!

Resim
HEBE MEJÎ ...!!! Kurdê bi zar ligel tirkan Bi hişû mêjî liba ereban Bi tevgerê ligel eceman Berjewendî dibe beyan Erk tune ye ji bo ziman Nadin zarê kurdî eman Di biyanî li nava xeman Kurdî kujin, û bi heman Zarê kurdî dibînin biçûk Biyanî kir ye xemla bûk Nade xwe qedrû qîmet Ji bona biyanî bûne çûk Ev pêşnûma a dewletê Ji bona kurdê bê xîretê Nadin ziman demdiyar Bi zanyar û bi heqîqetê Kurdê pê re hebe mêjî Divêt tim rastî yê bêjî Evîna welat dil bike tijî Ji bo ku firmêsk nerijî Temen bûye heftê sale Çend ziman hene libale Pirskî ji wî bi kurdî zanî Dev û ziman lê dibe lale S Mêrdînî 29.07.2021

HER DEM ZOR E!

Resim
HER DEM ZOR E! Her dem zore karê me Xerabû gund, warê me Belav bû zêç, zarê me Ez bi êş û jana welatim Şewitand tev gundê me Dest dane ser milkê me Xelas nabin xemên me Ez kul û derdê welatim Naqedin derdê me qet  Di şevên tarî û bêwext  Sîxor û kesên ser text  Ez li dijî wan welatim Ser gund girtin sîxoran Bi bombe û gule baran Dibar wek berf û baran Ez keser û kula welatim Li ber baran û ba û berf Neyar dor me kirye xef Diricifin wek zingilê def Ez evîn û vîna welatim Min got; kurdê bextreş  Hûn li dû tiştokê beleş Wek heywanê li ser leş Ez bi heyrana welatim S.Mêrdînî, 30.07.2020.