EVRÎN XELAF!
EVRÎN XELEF!
Evrîn xelef zehf çûne gelek
Bi vî rengî wek horî û melek
Hin pênûs dest hin jî biçek
Wergerandin wan çerxa felek
Li ser kar bûn wek jin xasan
Ji bo kurdistan didan halan
Ew keçên ap û keçên xalan
Şewq û şemal wek rengê alan
Wan suxre dikirin wekî şêran
Helbest û sitran tim di dêran
Xebata wan bêtir ji ya mêran
Xwe didan pêş wekî şêran
Bi xebatên xwe reng vedan
Bi qasî mêran ew can fedan
Bûn leheng û xwe pêş vedan
Li cihanê wan pir deng didan
S Mêrdînî 26.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder