FELEK BINÊR



FELEK BINÊR


Felek binêr l'halê kurdan

Mişextî bûne li her deran

Mane dinav kulû derdan

Tev hiştine bê xeberdan


Perwerde nîne bi ziman 

Bi biyanî dikin we'azan

Li mizgeft û li dibistan 

Bo em bimînin ê nezan


Gelê meyî kurdê rêzan

Rabe bes e xew û razan

Neyar û hov kesê gemar

L' wan bike daw û dozan 


Ger em bimînin ê nezan

Em ê bibin feqîr û xizan

Ji ber wê zar nebû fermî

Ev çi dewr û ev çi zeman


Gelo çima em na civin,?

Em razanin em bêxemin

Hêvî ya dawî ya rojanin

Yên rabin xort û ciwanin


Tu kes maf nadi b'xêran

Xebat bikin wekî şêran

Li dijî hovan û neyaran

Welat ji bo nebe wêran


Welat giran, ne bi zêran

Dilê me dane ber kêran 

Ji ber kesê meyî gemar

Fedî nîne li ba qerfokan


S Mêrdînî 07.05.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN