DAR SÎBERA MI!



DAR SÎBERA MI.!


Dar sîbera mi şengale 

Warê  zerdeşt tê kale 

Çi qonaxek pir xweşe 

Ji bona kurda ew male 


Cih û sekana kurdane

Wê gelek  şehîd dane 

Dinya  alem  tev zane

Tu kes nabe dermane 


Li dijî hovan bi hêz bin

Ne bi kîn û ne bexîl bin 

Her gavê mil bi mil din

Bi civîn û bi tevger bin


Şengala xwe rizgarkin

Di dest neyar bernedin 

Em bersiva hovan bidin

Çerxê li dijminan badin 


S, Mêrdînî, 05.08.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN