HEBE MÊJÎ.!
HEBE MEJÎ ...!!!
Kurdê bi zar ligel tirkan
Bi hişû mêjî liba ereban
Bi tevgerê ligel eceman
Berjewendî dibe beyan
Erk tune ye ji bo ziman
Nadin zarê kurdî eman
Di biyanî li nava xeman
Kurdî kujin, û bi heman
Zarê kurdî dibînin biçûk
Biyanî kir ye xemla bûk
Nade xwe qedrû qîmet
Ji bona biyanî bûne çûk
Ev pêşnûma a dewletê
Ji bona kurdê bê xîretê
Nadin ziman demdiyar
Bi zanyar û bi heqîqetê
Kurdê pê re hebe mêjî
Divêt tim rastî yê bêjî
Evîna welat dil bike tijî
Ji bo ku firmêsk nerijî
Temen bûye heftê sale
Çend ziman hene libale
Pirskî ji wî bi kurdî zanî
Dev û ziman lê dibe lale
S Mêrdînî 29.07.2021
Yorumlar
Yorum Gönder