HER DEM ZOR E!






HER DEM ZOR E!


Her dem zore karê me

Xerabû gund, warê me

Belav bû zêç, zarê me

Ez bi êş û jana welatim


Şewitand tev gundê me

Dest dane ser milkê me

Xelas nabin xemên me

Ez kul û derdê welatim


Naqedin derdê me qet 

Di şevên tarî û bêwext 

Sîxor û kesên ser text 

Ez li dijî wan welatim


Ser gund girtin sîxoran

Bi bombe û gule baran

Dibar wek berf û baran

Ez keser û kula welatim


Li ber baran û ba û berf

Neyar dor me kirye xef

Diricifin wek zingilê def

Ez evîn û vîna welatim


Min got; kurdê bextreş 

Hûn li dû tiştokê beleş

Wek heywanê li ser leş

Ez bi heyrana welatim


S.Mêrdînî, 30.07.2020.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN