Kayıtlar

ROJ Û ŞEV!

Resim
ROJ Û ŞEV! Roj û şev û  hemû gava. Pêxemberê  rohnîya çava. Resûlek hewl  û hinava. Em bilind kin  deng û nava. Ji rojhilat  heta rojava. Rê kin hûn   rêz û silava. Sorgul û gulê  li ber ava. Xweştir ji  bêhna gulava. Seyda Mêrdînî  28/08/2021

EŞQ Û EVÎN!

Resim
EŞQ Û EVÎN! Eşq û evîn digel dîlber Bax û baxçe sing û ber  Bê sewt û deng û xeber  Dil birîn bi kêr û xencer Dîlber rim û tîr avêt dilî  Di nava hinavê min helî  Dil firîya bê bask û perî  Li ser sînga dîlber kelî Dîlber bedew û rinde  Pêş ketî w ser bilinde  Hawir bi sinc û bende  Şevên rêş çira û finde Bi ebrû reş çav beleke  Perî û horî w meleke  Por reş kezî bi xeleke  Ez jê hez dikim geleke Şeng û şîn û şepale   Şox û rohnî û şemale   Bejin dirêj wek dehle   Sosin û beybûn û lale   Lêv qend û hingivîne   Xema ji min direvîne  Nêrgiz û gula bibîne   Dil û cergê'mi dihelîne   S.Mêrdînî, 27.03.2019

ÇAR PARÇE YEK BIN

Resim
ÇAR PARÇE YEK BIN Çar parçe yek bin,      hev karê hev bin. Xwîşk û bira bin,       rohnî ya şev bin. Bi felsefe, ya  xanî,      zelal bin wekî kanî. Qazî muhamedbin,      ligel serok Berzanî. Wek Elî yê şêr bin.      ligel seyidriza bin. Şêx Ebdûsselam,      wekî şêx se'îd bin. Ger helbestvan bî,      wekî feqîyê teyran. Ligel ceger-xwîn,      şahîr bin heyran. Ger can gorî bî,      bibin peşmerge, Ji bona kurdistan,      li xebat û cenge. Ger nivîskar bî,      wê hibr û qelem Da eşkere bike,      nebe tune û elem Her gel û netew,      xwedanê dewlet. Ser erd û bin erd,      wê çê be serwet. Ger kurdîstan çêbe,      dewletek mezin. Ger nebiyek parçe,      wê bimînin hezin S M 21.08.2021

BERFÎN

Resim
BERFÎN .... Berfîn xwe da şaneşînê Dilê mi ji xwere direvînê  Pêjgîr desmal di destda Jibo min dike baweşînê Bejin zirav, ji tay rihane Por dirêj gulî biqeytane Gewrek spî wek nûranî Derdor jibo wê heyrane Find û çira bi çavê şîne  Awirên wê min diêşîne Dil û cergê mi dihelîne Min li dû xwe dimeşîne S.Mêrdînî, 31,07.2020

DIL PIRTÎ BÛ

Resim
DIL PIRTÎ BÛ! Delal ketim, tayek sare Dil pirtî bû, min heware Eşq û evîn, ji te dibare Çi evînek, dil hare hare Delal bilez, borî bi meşî Silav dida, hûrik di meşî Maç ji herdu, lêvan weşî Li hev badam, rîs û teşî Xumîn zimîn, li pê diket Car geş dibû, car vêdiket Dil û cegera'm bû du qet Ruh j'nav, laşê mi derket Bê destûr wê, dilê mi bir Gawirê tenê, hiştim li vir Min got, delala dil kevir Bê dengî, bide min awir Awir da min, gula baxan Bê war û bê, hewş û xan Dil bi sot bi, agirê dojehê Rojên bête bi, qîr û fîxan S,mêrdînî, 05.10.2020

KURDISTAN

Resim
KURDISTAN Kurdistan tu pir dizanî, derdê me gelek heye. Hevîya me her dem, ser bixwe bûna teye. Çima maye parçe parçe, ji mêj te deng neda ye. Kuştin û talan û sotin, şer û ceng para meye. Sedê salan maye bendî, tu di dest dijmin deye. Beg û axa û xwîn mij, qet ne xêr xwazê teye. Ev beg û axa hemûçk, yekin neyarê kalê teye. Geh bi kotek ew dixun, malê te gazinde ji teye  Ma çi bûye ku carekê, tu bi serbest, azadî bijî. Heyf û tola xwe bistînî, ji neyarê xwe xwîn mijî. Mêrdînî her tim dinale, wek şexmûs ê dil birîn. Ew şerpeze û belangaz, tim bi hezîn û xemgîn. S Mêrdînî 29.10.2019

NETIRSE

Resim
NETIRSE Netirse  ji  neyarê xwe, Rast be tu bi doza xwe, Êrîş  bike  tu wek şêran, Bi dirîn dev û lêvê wan, Lep bavêje pêxîla wî, Tilîya  têxe  çavên wî, Sîngê  bide  sînga wî, Tifî  ke  nava  rûyê wî, Mafê  te  ji  bo  te rûmet, Xelas  bike  ji dest wî, Bawer bike b'doza xwe, Lê bibe xwedî jibo xwe, Dûr nekeve ji gelê xwe, Ey ew kurdê xwe nasan, Li hem berî  zulm deran, Serî  hildin   wekî şêran. S M, 24.08.2021