Kayıtlar

ROJÊ XWEŞ HÛN NABÎNIN

Resim
ROJÊ XWEŞ             HÛN NABÎNIN Gelek kes hene bê xêr. Deh zik birçîne yek têr. Temaşekin li dinya yê. Ewin bê heş û bê kêr.  Di zena wan me tirsîne. Hîn ecêbên me nedîne. Dê çibê sera, wê bibîne. Dû re desta, li xwe xîne. Hêvî pit pitoka nemînin. Ta hûn bêj kurd xayînin. Bi serê we, yê bavê we Rojê xweş hûn nabînin. S Mêrdînî, 29.07.2021

LI BIYANÎYÊ

Resim
LI BIYANÎYÊ! Li biyanîyê di nava êla  Camêrî çû hatîye xela Ez dixwazim jivir biçim Zêç û zarok bûne bela Welato zehf ji te dûrim  Ser kela dilê xwe fûrim Bawîme dest l'ser çoga Wek birîndarê bi şûrim Welat bo te ez dinalim  Sebr nema ye bêhalim Şev û roja te şîn û şahî Ji te dûr im te nabînim L' mala gel giriyê'mi hat Zar bi tirkî ye kurdî hilat Ziman çûye şêrîn welat Kurdî nema l'nava civat. S.Mêrdînî, 03.08.2020

WELATÊ KURDAN

Resim
WELATÊ KURDAN Welatê kurdan Ji êş û derdan Xweşî ne dît in J'dest nemerdan Me pir hebandî Dest me revandî Bi kêrek zehf ko Dil li me dirandî Li best û cobar Bombe ser dibar Lat û taht û zinar Tev bûne wek ar Gûmîn  û  zimîn Ezman û zemîn  Sehnakin tu kes Hewar û qêrîn Şev  bûye  tarî Stêrk hat xwarî  Rêk li me girtin Ewê xwîn xwarî   Gelek birîn dar Dikin  zar e zar Tev dayik û bav Yar  û  evîn dar  Seyda Mêrdînî  28//07//2020

YA XWEDAYÊ JOR Û ZEMÎN

Resim
YA XWEDAYÊ              JOR Û ZEMÎN Ya Xwedayê jor û zemîn  Ew bendê te, te nabînin Kes bi kesîra rast nînin Him sîxor û him xayînin Ey ew kesê mirin bîrkir Bapîrê me kê kefen kir Dinya ji bona axretê ye  L' vê dinyê ma kê çi bir Kê kefen ra berîk çêkir Zêr û dirav bi xwere bir Çava veke zû hişyarbe L' vê dinyê hemû tişt vir  Ey ew kesê çav birçî ye Ku da hatî ku da diçî ye Wê çavên we axê têrke  Zikê we wer tim birçî ye Ey ew kesê winda karî Te çi ji xwere kirîye karî Barê te mafê xelkê ye  Tu tim wilo guneh karî Kesê du rûçik û minafiq  Ew qet nabin mûwafiq Cîh û warê wan dojehe Xwelî li serî hezar carik. S.Mêrdînî, 26.07.2019

HATÎ BIHAR

Resim
HATÎ BIHAR Hatî bihara xweş rengîn  Çiya û deşt tev xemilîn   Ji xew rabûne cot kar Bi xêr û ber hatî bihar Roj derket hatî delava Xewê girtîye ser çava  Bayê pêşî hevdu xwar Bi xêr û ber hatî bihar Sorgul û beybûn û lal Der ket ji çiya û newal Xemilîn tev çol û beyar Bi xêr û ber hatî bihar Qeb qeba kewa li zinar Bilbil di xwînin bi hewar Tilûr jor de hatin xwar Bi xêr û ber hatî bihar Xûş xûşa robar û kanîya  Meh meha  berx û mîya Xwe nû kir kesên hejar  Bi xêr û ber hatî bihar S Mêrdînî 30,03,2017

SER BI ÊŞ BÛM !

Resim
SER BI ÊŞ BÛM .... Ser bi êş bûm lal bûye ziman Canê min helîya dikim eman Hestî bûne wek dar û keleman Ez mame li ber derd û xeman Ez ji ku bînim hekîm û loqman  Kurdno derdê min bikin derman Gelî xayîn û sîxorê qirêj gemar B'neyare pişta me dane dîwar  Ez gazî dikim kurd per weran Yekbin dest bidin hev ez heyran S.Mêrdînî. 25.07.2020.

GOTARÊ JIBO MIRÎ

Resim
 Oxira wê ya xêrê be Bela serê we sax be Da ser rêkê bê veger Emê tevde bi din ser Rêke dûre bê mefer Reva me nine ji ber Berê wê dane gorê Em tev li bendî dorê Gora wê bibe gulşen Têde bijî bi kêf û ken Ya xwedayê dilovan Ez bı gorî û bi heyran Çavê te lêbe qurban Li bihuştê bik mêvan Dilê wê pir xweş bike Gunhê wê sivik bıke Ev dinya han fenaye Ji tu kesire nemaye Hemi derd û belaye Xwe têde neke paye Ev paye hemî baye Bersev li ba xwedaye Ya xwedayê dılovin Îro em bûne xemgin Em hemparî xemê we Xwedê sebrê bide we Veger li ba xwedaye Dılovanî qencî li baye