LI BIYANÎYÊ
LI BIYANÎYÊ!
Li biyanîyê di nava êla
Camêrî çû hatîye xela
Ez dixwazim jivir biçim
Zêç û zarok bûne bela
Welato zehf ji te dûrim
Ser kela dilê xwe fûrim
Bawîme dest l'ser çoga
Wek birîndarê bi şûrim
Welat bo te ez dinalim
Sebr nema ye bêhalim
Şev û roja te şîn û şahî
Ji te dûr im te nabînim
L' mala gel giriyê'mi hat
Zar bi tirkî ye kurdî hilat
Ziman çûye şêrîn welat
Kurdî nema l'nava civat.
S.Mêrdînî, 03.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder