DÎLBER
DÎLBER! Şewqa tîrêja çavên te mêr kuje. Ger ku tîrêja çavên te, min dîsa bikuje, ê de ka bisekine, ez ji te re bêjim. Gelo ma mirî çend, caran li gerdûnê dimirin. Ger ku tê bêjî, ez dikarim mirîyan ji goran bi ramûsanekî, jîyan bikim an jî bi awirekî bin ax bikim. Ez ê wê kêlik û gavê, bêjim min bikuje, û min bikuje dîlber. Dema ji ramûsanên te, têr bibim ma çi ji mirina ji destê te xweştir heye. Mirovên bi awirên, çavên te bê kuştin, bi ramusanên te, bê jîyandin ew mirov, bextewar û dilşad dibe. Gerdûn û bihuşt, her du bi dest xistî ye, gelo ma çi ji wê mirinê, û ji wê jîyanê xweştir û rindtir heye dîlber.! S Mêrdînî 10.01.2022