WELAT!
WELAT! Tu pir şêrîn û xweşî, bi zozan û wargahî Bi zanistan li pêşî, parastin û penahî Xwîna zelal û şêrîn, li ser dêman dilîzî Çavên teyî reş belek, şewq û geş diçûrîzî Dîroka te xwîya ye, cîhê kesên hûnerbaz Ji bo te pir girînge, tu îro bibî serfiraz Ereb û tûran û ecem, li ser te ceng û halan Gur û hirç û tev rovî, mal û milk kirin talan Rabe ji xewê binerin, ji nav te rakirin ziman Dijmin te wê tev herin, tê bimîn li nava eman Wargeh û rêçikên te, ji topan hilweşandin Gelek xort û keçên te, bi derban ew mirandin Rêya bajêr heram kir, ji bo wan dijmine har Zarok tev ker û lal kir, dijminê bê cîh û war Gelek xortê te kuştin, Avêtin nav çem û av Gelek li çolê hiştin, genî bûne li ber tav Bi dev nayên ji marê, ê windakir û mirandin Bê deng û bê hewarê, tev de hatin qelandin Hin ji êş û jana birînê, bi nalîn û hewar û zarî Hin ji ber kela girînê, ji çavan xwîn dibarî Ji hin kesan dibêjim, birayê nîştemanî Derdên giran dirêjim, didilan dikim xuyanî Ar û ziyan û talan, bi çavê xwe b