WELAT!
WELAT!
Tu pir şêrîn û xweşî,
bi zozan û wargahî
Bi zanistan li pêşî,
parastin û penahî
Xwîna zelal û şêrîn,
li ser dêman dilîzî
Çavên teyî reş belek,
şewq û geş diçûrîzî
Dîroka te xwîya ye,
cîhê kesên hûnerbaz
Ji bo te pir girînge,
tu îro bibî serfiraz
Ereb û tûran û ecem,
li ser te ceng û halan
Gur û hirç û tev rovî,
mal û milk kirin talan
Rabe ji xewê binerin,
ji nav te rakirin ziman
Dijmin te wê tev herin,
tê bimîn li nava eman
Wargeh û rêçikên te,
ji topan hilweşandin
Gelek xort û keçên te,
bi derban ew mirandin
Rêya bajêr heram kir,
ji bo wan dijmine har
Zarok tev ker û lal kir,
dijminê bê cîh û war
Gelek xortê te kuştin,
Avêtin nav çem û av
Gelek li çolê hiştin,
genî bûne li ber tav
Bi dev nayên ji marê,
ê windakir û mirandin
Bê deng û bê hewarê,
tev de hatin qelandin
Hin ji êş û jana birînê,
bi nalîn û hewar û zarî
Hin ji ber kela girînê,
ji çavan xwîn dibarî
Ji hin kesan dibêjim,
birayê nîştemanî
Derdên giran dirêjim,
didilan dikim xuyanî
Ar û ziyan û talan,
bi çavê xwe bibînî
Li çol û deşt û zozan,
pelên dara bû bi kînî
S mêrdînî 01.10.19
Yorumlar
Yorum Gönder