EZ HELAND IM!
Evîna min baxê gulan
Ar û bizot berda dilan
Bîna kulîlk û sorgulan
Evîna te ez heland im
Evîn çavreş kar xezalî
Li nik min rûmet xalî
Bejin dirêj ling xirxalî
Evîna te ez heland im
Evîn delal çav beleke
Enî bi deqe por xeleke
Gulperî, horî û meleke
Evîna te ez heland im
Gurzê bendê gula sorî
Jibo hisreta lêvên sorî
Bûme mestî, gêj û korî
Evîna te ez heland im
Heyva çarde roj û tavî
Ji derd û kula ra hinavî
Bo lêvê ziwa piyala avî
Evîna te ez heland im
S mêrdînî, 01.06.2020
Yorumlar
Yorum Gönder