Kayıtlar

Mart, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

XAL KOÇA TE XOSTE DIL ARE

XAL KOÇA TE XISTE DIL AR E               Felek dîsa te gul hişkir Ronî di çavê'm te reşkir  Dilê zordara te xweşkir Xal koça te xiste dil ar e.        Gul û nêrgiz diponij in  Malbat û dost diqijqijin  Rondik ji çavan dirijin Xal koça te xiste dil are. Xalê şêx masûm bêj e  Dilê dayikan bibrêj e Tu derman bû ji mêj e Xal koça te xiste dil are. Tu çav û hem ziman î  Bo derdê me derman î  Şagirtê Ehmed û Xan î Xal koça te xiste dil ar e. Zimanê kesê bin dest e  Him diljar û him mest e  Herdem hêvî û mebest e Xal koça te xiste dil ar e. Çima adar wusa har e Li ser milan giranbar e Laş bi janê dike hewar e Xal koça te xiste dil ar e. Piştî te kî bide şîretan Bipîve bejna Kurdsitan  Rêzbike gotin û hestan Xal koça te xiste dil ar e. Te derd û kul civandî  Tovên jîndariyê çandî Karwanê xeman êşandî Xal koça te xiste dil ar e. Ziman li civata hejar e Li pêla demê siwar e   Bo me h...

NEWROZ ÇIQASÎ XWEŞE

NEWROZ ÇIQASÎ XWEŞE Newroz jibo me cejne Rastî û xeyal û xewne Gurzê di destê kawa Dîroka wê zehf kevne Newroz çiqasî xweşe Wek sosin û gula geşe Di bîst û yekê avdarê Kêf û seyran û meşe Rabin hatîye newroz Tev hev bikine pîroz  Bi şal û şap û fîstan Li dora agir bibin koz Li rojava heta rojhilat Derkeve ser hîm û lat Li bakûr başûrê welat  Dijmin dê bimînin mat Herin nav werzê bîstan Nav baxê gul û gulîstan Çiyayê bagok û zagros  Ser şaxê dar û daristan  Dîsa dîsa cejna newroz Bi hevre em bikin pîroz Berê me li roj_ava ye  Dev jê bernadim bi soz Seyda Mêrdînî                 18/03/2025

ENFAL ....

ENFAL .... Di adarê ferman rabû, bi nav û nîşanên enfal Dîroka vê enfal ê eve bûye sîh li gel neh sal Fermaneka pir giran bû pê rabûn ew dijminê zal Kurdistana me talan kir kavil kirin tev milk û mal Bê cudahî wana kuştin zêç û zarok û pîr û kal Ji nûve zilam vederkirin jê stendin biçûk û tifal Laşê keçû lawê kurdan kirine pirtî, pirtî w zival Ji term û laşê mirovan tijê kirin erx,çal û newal Kurd bêzar şerpeze bûn mane bê war û mal û hal Gund û bajar wêran kirin  jibo kurda nehiştin pertal Sed û heyştê û du hezar şehîdbûn bêsûc û webal Kurd rêz bi rêz remî kirin kuştina wan kirin helal Bi hezaran hatin kuştin  lê wenda bûn bejn û bal Çar hezar û pênc sed gund j'mirovan mane val Ev bûyera serê danîna li şûn wan mane kort û çal Ew mirovê jê xelas bûne der beder bê drav û mal Di vê tarîya fermanê da birin keçên şox û şepal Tev cort û ciwan û xam bi emrê seddamê qiral Keçê kurdan kirine carî dane bi derhem û rîyal Tu kujar nema wan kirî stemkarên wijdan betal Di pênc hezar malan ...

LI XERÎBÎ YÊ DIPIRSIM

LI XERÎBÎ YÊ DIPIRSIM  Li xerîbî yê dipirsim Çiqas zor û zehmet e Bê nîştiman ditirsim Wek ecêbek sosret e. Ev çend sale dinalim Heware ji bo te lalim Li biyanîyê bêdengim Bibore ez êdî nikarim. Dil û bêrî tev xeterin Nabe car car lê çar e Li dîlbera xwe digerin Wekî cazîba cercer e. Dil şewitand neyar e Em xistin binê bar e Hezar sal l'me siwar e Dest avêtin hevsar e. Ey cîhan ma tu kor î Tu ji rastiyê pir dûr î Tu kurdistan nabîn î Çar gur lê dikin zor î. Gelî xwedî dewletan Kanî dadmendî kanî Ereb û Ecem û Tirkan Tev de tên vî zimanî. Dijmin û hov zulimkar Bo kurda bûn gurê har Sîxor bûne l'cem neyar Li deşt û zozan û aqar Gurmin teqîna topan Deng çû ezman û banî Sor bû erda niştîman Ji xwîna qehremanî. Seyda Mêrdînî                 13/03/2025 

HEYŞTÊ ADARÊ

HEYŞTÊ ADARÊ .... Derbas bû meha sibat  Roja jinên cîhanê hat Ew roj heyştê adarê ye Ji bo wan çi bikin xelat. Dîsa hat heyştê adarê Cejna jinên li ked karê Min ji sorgulên biharê Pêşkêş û xwişk û yarê. Pîroz be heyştê adarê Nexş û xwezaya biharê Roja dê û yarên cîhanê Bidin wan kulîlkên darê. Zarokên xwe hîn bikin Hûnî zimanê xwe bikin Ziman hebûna me ye Ji bo ziman ji bîr nekin. Pîroz be li jinên dildare Yek xwişke, yek jî yare Her yek ji wan fêdekare Bidin wan gulên bihare. Heyştê adarê pîroz e Bi dil bidine hev soz e Ji bo jinê kêf û şahî ye Mizgîna roja newroz e. Seyda Mêrdînî                 08/03/2020.

GER EZ MIRIM ....

GER EZ MIRIM .... Ger ez mirim Di xaka pîroz de, min biçînin Dibe ku ez bi stirî, û kelemek bim Di çavê neyar de, bi rimek bim Di yê çavsoran de xedeng bim. Ger ez mirim Hestiyên min b'lez kom bikin Bi kêr û xençer kin ra dest kin Şêr,egîd û lehenga di ser rê kin. Ger ez mirim Ji çermê min bi rû yê defê kin Dahola serkeftinê li cengê kin Gora min bi dîwarê sînor kin Navbera dojehê û bihuştê kin Ger ez mirim Di ser laşê min re herin û werin Bingeha nîştiman hûn ava kin Dilê min bidin yekî dil cemîdî Zimanê min bidin zarokekî Ger ez mirim Bi tîpên kurdî min bipêçin Ala Rengin bi ser min dakin Sirû da ey #Reqîb bixwînin Tenê bi kurdî, tev binhêrin Dest û milan tim bihev din Ger ez mirim Çavên min vekirî, bihêlin Êşa welat ji min re dagrin Gorî me neyaran nas bikin                Dîroka xwe xweş bixwînin Pêşerojê baş,baş bibînin. Seyda Mêrdînî   29/09/2024

DELALÊ MIN .....

DELALÊ MIN .... Delalê min ez dixwazim gelek tiştan vebêjim lê ez westiyam, mejiyê min westiyaye, laşê min westiyaye, goraniya dilê min westiyaye, xewnên min westiyaye, xweşbûna min westiyaye, giraniya baweriya min a bi peymanê bi axaftinê jî westiyaye, ji min tiştek nema, ez pir westiyam e delalê min .... Seyda Mêrdînî 06.10.2021