GER EZ MIRIM ....
GER EZ MIRIM ....
Ger ez mirim
Di xaka pîroz de,
min biçînin
Dibe ku ez bi stirî,
û kelemek bim
Di çavê neyar de,
bi rimek bim
Di yê çavsoran de
xedeng bim.
Ger ez mirim
Hestiyên min b'lez
kom bikin
Bi kêr û xençer kin
ra dest kin
Şêr,egîd û lehenga
di ser rê kin.
Ger ez mirim
Ji çermê min bi rû
yê defê kin
Dahola serkeftinê
li cengê kin
Gora min bi dîwarê
sînor kin
Navbera dojehê û
bihuştê kin
Ger ez mirim
Di ser laşê min re
herin û werin
Bingeha nîştiman
hûn ava kin
Dilê min bidin yekî
dil cemîdî
Zimanê min bidin
zarokekî
Ger ez mirim
Bi tîpên kurdî min
bipêçin
Ala Rengin bi ser
min dakin
Sirû da ey #Reqîb
bixwînin
Tenê bi kurdî, tev
binhêrin
Dest û milan tim
bihev din
Ger ez mirim
Çavên min vekirî,
bihêlin
Êşa welat ji min
re dagrin
Gorî me neyaran
nas bikin
Dîroka xwe xweş
bixwînin
Pêşerojê baş,baş
bibînin.
Seyda Mêrdînî
29/09/2024
Yorumlar
Yorum Gönder