LI XERÎBÎ YÊ DIPIRSIM
LI XERÎBÎ YÊ DIPIRSIM
Li xerîbî yê dipirsim
Çiqas zor û zehmet e
Bê nîştiman ditirsim
Wek ecêbek sosret e.
Ev çend sale dinalim
Heware ji bo te lalim
Li biyanîyê bêdengim
Bibore ez êdî nikarim.
Dil û bêrî tev xeterin
Nabe car car lê çar e
Li dîlbera xwe digerin
Wekî cazîba cercer e.
Dil şewitand neyar e
Em xistin binê bar e
Hezar sal l'me siwar e
Dest avêtin hevsar e.
Ey cîhan ma tu kor î
Tu ji rastiyê pir dûr î
Tu kurdistan nabîn î
Çar gur lê dikin zor î.
Gelî xwedî dewletan
Kanî dadmendî kanî
Ereb û Ecem û Tirkan
Tev de tên vî zimanî.
Dijmin û hov zulimkar
Bo kurda bûn gurê har
Sîxor bûne l'cem neyar
Li deşt û zozan û aqar
Gurmin teqîna topan
Deng çû ezman û banî
Sor bû erda niştîman
Ji xwîna qehremanî.
Seyda Mêrdînî
13/03/2025
Yorumlar
Yorum Gönder