ENFAL ....

ENFAL ....


Di adarê ferman rabû,

bi nav û nîşanên enfal

Dîroka vê enfal ê eve

bûye sîh li gel neh sal


Fermaneka pir giran bû

pê rabûn ew dijminê zal

Kurdistana me talan kir

kavil kirin tev milk û mal


Bê cudahî wana kuştin

zêç û zarok û pîr û kal

Ji nûve zilam vederkirin

jê stendin biçûk û tifal


Laşê keçû lawê kurdan

kirine pirtî, pirtî w zival

Ji term û laşê mirovan

tijê kirin erx,çal û newal


Kurd bêzar şerpeze bûn

mane bê war û mal û hal

Gund û bajar wêran kirin 

jibo kurda nehiştin pertal


Sed û heyştê û du hezar

şehîdbûn bêsûc û webal

Kurd rêz bi rêz remî kirin

kuştina wan kirin helal


Bi hezaran hatin kuştin 

lê wenda bûn bejn û bal

Çar hezar û pênc sed

gund j'mirovan mane val


Ev bûyera serê danîna li

şûn wan mane kort û çal

Ew mirovê jê xelas bûne

der beder bê drav û mal


Di vê tarîya fermanê da

birin keçên şox û şepal

Tev cort û ciwan û xam

bi emrê seddamê qiral


Keçê kurdan kirine carî

dane bi derhem û rîyal

Tu kujar nema wan kirî

stemkarên wijdan betal


Di pênc hezar malan de

vemirandin çira û şemal

Dilê kurda kir ar û sotin

lê bûn hewar û nale nal


#Seyda_Mêrdînî

                 16/03/2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ