Kayıtlar

Kasım, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DELAL 1....

DELAL 1,,,,,, Delal û rinda                   min tuyî Şox û şenga                 min tuyî Eşq û lewenda                  min tuyî  Palder û pala                  min tuyî Gul û kulîlka                  min tuyî Bêhn û hilma                   min tuyî Perî û horîya                   min tuyî Hingiv şêrîna                  min tuyî Şewq û şemala                  min tuyî Find û çira                  min tuyî Şekir qenda                  min tuyî Dost û yara             ...

DILÊ AZADÎYÊ

 ________/////////________ Dîlê azadiyê. Ger bibin hîm û çiya ew Lê belê volqanî tû  Ku bibin Fer-onê Turka Mûsayê kurdanî tû Çend ku gerdûn wergerînin Ar û pêt her vêkevî Ger ji avê ar derînin Agir û dûmanî tû Çend bibin şev û zilomat Mij û tarî û kelên1 Lê di nav re wek xetîre Ruhnî û ramanî tû Mîjoya min nuh bikin ew Girtin û îdam û zem2 Her wekî Axtî û Xalid Rêber û semyanî tû Kedxwerê cîhanê tev de Ew li ser te bûne yek Ma gelo ew pê nizanin Hanê Ma-medanî tû Fitl û pêç û Tevn û davên Kû ji bo te wan vedan Lê belê herkes dizanê Xanê serhildanî tû Merwet û namûs û xîret Wan firotin dan pera Pêşberê kedxwara wek hîm Kakila wijdanî tû Bazirganî wan bi xwîna Te kirin û dane hev Çendî erzan bik'ne lê her Qublet û îmanî tû Hirç û hovin çi dizanin Kurd bi vê dibne mezin Çend te bigrin yan bi kuştin Ale û nîşanî tû Dad û ensaf , aştî û hîn3 Tev ji nêrînê te bûn Rastî qey qaçaxe îro Lew di bin çvanî tû Xwendegehkî ber bijartî Bazger û nîmoş4 û hêz Gel ji wê wergirte...

Girane zehf barê me

Girane zehf barê me Ka zozan û warê me Ka pez û dewarê me Ka wan rih spîyê me Girane zehf barê me Ka gelî û cobarê me Ka zevî û dehlê me Ka baxçe û baxê me Girane zehf barê me  Ka havîn û ew bihar Ka zivistan û rojê sar Neyar lime bû dijwar Girane zehf barê me  Neyar l'me bûye mar Dinere lime pir xedar Bûye weke hirçê har Girane zehf barê me  Çi dijmin kî bê biryar Ji bo me dike zare zar Gund belav kir li bajar Girane zehf barê me  Sal nehsed û notû çar Agir ser me de di bar Gelême tevde birîndar Girane zehf barê me  Emman bin destê neyar Dil limin bûye birîndar Dijmin û pîsê me şîyar  Girane zehf barê me  Gundî mane li beyar Zêç û zarok bi zarezar Dora me girtî ye neyar Girane zehf barê me  Em bê deng û nikarin Bi derd û tim hejarin Hişk bûne em l'nezarin Girane zehf barê me #S_Mêrdînî  09.09.2020

HEYFA WAN ÇAVÊN KIL KIRÎ

HEYFA WAN              ÇAVÊN KIL KIRÎ Heyfa wan çavên kil kirî Dijmin û hov ji xwer birî Rêça'm da ser tev temirî Bê taqet im min kir girî Geh bi çeper û bi dîwar Find û çira me kire xwar Têkda l'kurda çand û zar Bi tîr û kevan anîn xwarî Dijminên bi kîn û xedar Nahêlin pê şabim tucar Bira li bira bûn gurê har Dana neyar wijdan mirî Li zimanê xwe wekî mar We çand kirye tar û mar Tenê ma ye ji sed î çar Talî ya kire qulka dîwarî Hêsir ji çavan tên xunav Xalên sîya hawêr belav Sîng mixtîye diz kete nav Şimam û keçel tev birî Ey keç û xortên dil darî Bes bike qîr û hewarî Xwe bi xwe, bibe rizgarî Ji vê zîndana bê dîwarî Seyda Mêrdînî                    12/06/2019

EMİR ÇÛ BI TE ŞANE BÛM

Resim
EMIR ÇÛ BI TE ŞA NE BÛM Bi zaroktî li cem te bûm  Şev û rojan li rex te bûm  Bi hisreta dîtina te bûm  Emir çû bi te şa ne bûm  Min gelekî ji te hezdikir  Çavên reş belek kildikir  Xwedê nesîbê me nekir  Emir çû bi te şa nebûm  Bi hisretên demên berê  Ji bir nakim geşt û gerê Ramûsanê li piş bêderê  Emir çû bi te şa nebûm  Min têr nedî û westîyam  Li çol çîyan ez gerîyam  Tiştê xwestî ez negîham  Emir çû bi te şa nebûm  Mixabin ez bûm kal û pir Ta ez hebim nakim ji bîr Ji bona te ez bûm hêsîr Emir çû bi te şa nebûm Were carek te maçîkim  Dil û canê xwe razîkim Kul û derda tevde rakim Emir çû bi te şa nebûm Bê nesîbim wek mi nîne  Di kuncê de mêlak xwîne  Tu na pirsî li hale Mêrdîne Emir çû bi te şa nebûm Seyda Mêrdînî                        02/06/2019

YEKÊ MIJDARÊ ....

YEKÊ MIJDARÊ .... Yekê mijdarê saz bû Dilê me Kurda şa bû Gelê me ser hilda bû Li rojava meşiya bû Mizgîna serhildan ê Li nav gelên cihan ê Xumîn kete Botan ê  Ronî da Kurdistan ê  Azînek nû wa ra bû Her çar alî pê şa bû Dîlan li ber gerya bû Tola hezar salan bû Raperîna wan rojan Rabûn egît û şervan Giredan çek û rextan Der ketin ser ê çiyan Reşandin bizrê tovan Li deşt û gelî û zozan Afirand wan jîn û jiyan Boy warê bav û kalan Hilda çek û rextên xwe Jibo azadîya gelên xwe Çûne ser dijminên xwe Jibo bistînin mafê xwe Şevek reş û pir tarî bû Apê xelîl rêberê wan bû Belên û soza wan bû Rêzanê koma wan bû  Gava teqîn bi çek ket Qîr û gazî bi neyar ket Wek hovekî nû derket Çav bi tolgirê xwe ket Tirs xistin dilê neyar Li wan heram kire war Bûne hovên dîn û har Şewitand gund û bajar Hêzên rizgarîya Kurd Wan ji nû ve li dar xist Keç û xortê Kurdistan Wan li dorê dîlan girt Seyda Mêrdînî.                 01/11/2024