YEKÊ MIJDARÊ ....
YEKÊ MIJDARÊ ....
Yekê mijdarê saz bû
Dilê me Kurda şa bû
Gelê me ser hilda bû
Li rojava meşiya bû
Mizgîna serhildan ê
Li nav gelên cihan ê
Xumîn kete Botan ê
Ronî da Kurdistan ê
Azînek nû wa ra bû
Her çar alî pê şa bû
Dîlan li ber gerya bû
Tola hezar salan bû
Raperîna wan rojan
Rabûn egît û şervan
Giredan çek û rextan
Der ketin ser ê çiyan
Reşandin bizrê tovan
Li deşt û gelî û zozan
Afirand wan jîn û jiyan
Boy warê bav û kalan
Hilda çek û rextên xwe
Jibo azadîya gelên xwe
Çûne ser dijminên xwe
Jibo bistînin mafê xwe
Şevek reş û pir tarî bû
Apê xelîl rêberê wan bû
Belên û soza wan bû
Rêzanê koma wan bû
Gava teqîn bi çek ket
Qîr û gazî bi neyar ket
Wek hovekî nû derket
Çav bi tolgirê xwe ket
Tirs xistin dilê neyar
Li wan heram kire war
Bûne hovên dîn û har
Şewitand gund û bajar
Hêzên rizgarîya Kurd
Wan ji nû ve li dar xist
Keç û xortê Kurdistan
Wan li dorê dîlan girt
Seyda Mêrdînî.
01/11/2024
Yorumlar
Yorum Gönder