HEYFA WAN ÇAVÊN KIL KIRÎ

HEYFA WAN

             ÇAVÊN KIL KIRÎ


Heyfa wan çavên kil kirî

Dijmin û hov ji xwer birî

Rêça'm da ser tev temirî

Bê taqet im min kir girî


Geh bi çeper û bi dîwar

Find û çira me kire xwar

Têkda l'kurda çand û zar

Bi tîr û kevan anîn xwarî


Dijminên bi kîn û xedar

Nahêlin pê şabim tucar

Bira li bira bûn gurê har

Dana neyar wijdan mirî


Li zimanê xwe wekî mar

We çand kirye tar û mar

Tenê ma ye ji sed î çar

Talî ya kire qulka dîwarî


Hêsir ji çavan tên xunav

Xalên sîya hawêr belav

Sîng mixtîye diz kete nav

Şimam û keçel tev birî


Ey keç û xortên dil darî

Bes bike qîr û hewarî

Xwe bi xwe, bibe rizgarî

Ji vê zîndana bê dîwarî


Seyda Mêrdînî

                   12/06/2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ