DILÊ AZADÎYÊ
________/////////________
Dîlê azadiyê.
Ger bibin hîm û çiya ew
Lê belê volqanî tû
Ku bibin Fer-onê Turka
Mûsayê kurdanî tû
Çend ku gerdûn wergerînin
Ar û pêt her vêkevî
Ger ji avê ar derînin
Agir û dûmanî tû
Çend bibin şev û zilomat
Mij û tarî û kelên1
Lê di nav re wek xetîre
Ruhnî û ramanî tû
Mîjoya min nuh bikin ew
Girtin û îdam û zem2
Her wekî Axtî û Xalid
Rêber û semyanî tû
Kedxwerê cîhanê tev de
Ew li ser te bûne yek
Ma gelo ew pê nizanin
Hanê Ma-medanî tû
Fitl û pêç û Tevn û davên
Kû ji bo te wan vedan
Lê belê herkes dizanê
Xanê serhildanî tû
Merwet û namûs û xîret
Wan firotin dan pera
Pêşberê kedxwara wek hîm
Kakila wijdanî tû
Bazirganî wan bi xwîna
Te kirin û dane hev
Çendî erzan bik'ne lê her
Qublet û îmanî tû
Hirç û hovin çi dizanin
Kurd bi vê dibne mezin
Çend te bigrin yan bi kuştin
Ale û nîşanî tû
Dad û ensaf , aştî û hîn3
Tev ji nêrînê te bûn
Rastî qey qaçaxe îro
Lew di bin çvanî tû
Xwendegehkî ber bijartî
Bazger û nîmoş4 û hêz
Gel ji wê wergirte ven lê
Hamen û rûdanî tû
Lê bi te kurda xwe naskir
Her bi te ew çûne jor
Nav û dengê wan belav bû
Kalê ser sêryanî tû
Lê jina kurd te bilind kir
Ew wekî mêr çû li pêş
Paytexta dijmin hejand wê
Serwer û rêzanî tû
Serî hildana gelê kurd
Gogzemîn yekser hejand
Baş diyar e ew dizanin
Rader5 û serkanî tû
Metrepolên kedxwera
Wêrankirin wan dane ser
Diz û tolaz ew ditirsin
Bager û tofanî tû
Sêwiya destê xwe hildan
Xwestekê mafê xwe ne
Ew li derdorê te bûn kom
Rêberê insanî tû
Lew sitemkar bizdekî bûn
Kir'ne hêl-hêl û hewar
Wan dizanî ku ji bo gel
Bersiva talanî tû
Pê te dunya l' me şiyar bû
Kar û tevger deng veda
Pê te kedxwer bûne qeşmer
Zengilê cîhanî tû
Qet bi kuştin û bi îdam
Miletê min naçe paş
Çend ku dunya tev l,me rabe
Bergerê sêwiyanî tû
Sed hezar APO li dozê
Kar dikin û diç'ne pêş
Dîliyê cenga hebûnê
Şerker û şervanî tû
Dadgehek reş wek rûyê wan
Ku tu lê dozxwaz dibî
Lê milet tu hilbijartî
Dad û hem dozvanî tû
Ger te nivzkin bi şikênin
Ger ku te bik'ne tune
Lê belê her tu bilindî
Mîrê asîmanî tû
Em dixun sûndê ji bo te
Em didin sozê û bext
Rêçika gel her li dûv te
Wek ( Nebî Silêmanî ) tû
Ser bilindî, ser firazî
Em pesindarê te ne
Ta welat û gel hebî her
Ala Kurdistanî tû
Yorumlar
Yorum Gönder