EMİR ÇÛ BI TE ŞANE BÛM
EMIR ÇÛ BI TE ŞA NE BÛM
Bi zaroktî li cem te bûm
Şev û rojan li rex te bûm
Bi hisreta dîtina te bûm
Emir çû bi te şa ne bûm
Min gelekî ji te hezdikir
Çavên reş belek kildikir
Xwedê nesîbê me nekir
Emir çû bi te şa nebûm
Bi hisretên demên berê
Ji bir nakim geşt û gerê
Ramûsanê li piş bêderê
Emir çû bi te şa nebûm
Min têr nedî û westîyam
Li çol çîyan ez gerîyam
Tiştê xwestî ez negîham
Emir çû bi te şa nebûm
Mixabin ez bûm kal û pir
Ta ez hebim nakim ji bîr
Ji bona te ez bûm hêsîr
Emir çû bi te şa nebûm
Were carek te maçîkim
Dil û canê xwe razîkim
Kul û derda tevde rakim
Emir çû bi te şa nebûm
Bê nesîbim wek mi nîne
Di kuncê de mêlak xwîne
Tu na pirsî li hale Mêrdîne
Emir çû bi te şa nebûm
Seyda Mêrdînî
02/06/2019
Yorumlar
Yorum Gönder