ŞENGAL BÛYE GOLA XWÎNÊ.
ŞENGAL BÛYE GOLA XWÎNÊ Ey Welat ê kal û bava Parçe kirin bi çar nava Boy winda be nebe ava Dijmin avêtin wan gava Nasekine neyarê me Belav dike welatê me Dadgerîne mej dînê me Wêran dike hebûna me Dest şewitî ji qelemê Bihesîne dinya û amê Şengal kirin gola xwînê Bersiv bidine kurdê dinê Kurdno yekbin b'hevrabin Dest hev bigrin l'rex hevbin Nexapin hûn bi dînê xwe Bi rejîbin gel dîroka xwebin Êzidî kurmanc goran soran Ew giş kurdin ji cîhê giran Cuda bûne ji malên kurdan Hebûye timî birak ya wan Milletê me her çaran yeke Ava me te ji çem û kanîkê Dîn cudaye ji dest dijminan Tê xwîna me ji demarekê Em ketine destê neyar Em kirine peza gur xwar Dijminê me çi qas xedar Nadin mecal em bikin hewar Ka binêrin li kal û pîra Gur dikujin bav û bira Ji xwe ra dibin hinik jina Boy bifroşin bi perê mira Dilê şengal bi kul û birîn Danîn erdê serî birrîn Ruh ji beden ew çav firîn Hêvî ji Xwedê nayên birrîn Rêzanên me kirin zîndan Girtî kela wan jî berdan Welatê me kirin talan Wê