QESÎD E
![Resim](https://blogger.googleusercontent.com/img/b/R29vZ2xl/AVvXsEjIQb8YyNOYJwNKgwRiAtCZuP942ekv6YqAakslvhvOBu1_5U5N9BmrWx6aKHZj_e7bCx-ekY-IaEMJWg2CtKryoAAW4JsHoy3vCQLxI3CMzCGDCPq__gK3KL99tDz_vrHEa4YvRJqNvAnu-x9Gk9oZMtPDQZuwfbfWMN6tcwYASE5YWKdp-FU-EBnKVQ/s320/FB_IMG_1682237591887.jpg)
_______/QESÎD E\______ KA WERIN HA KA WERIN Ka werin ha ka werin Hemû tev dost û yar Em pir bikin şîn û girî Bo şêx masûmê kubar. Ka xuyê gotar û galgal ê Ew çû wargeha bihuşt ê Derd û kulan li me barkir Em hiştin di nav hisret ê. Bi hisreta şêxê kubar e Dil û ceger kir pêt û ar e Ji ber nakin qet debar e Pir dibînin renc bi bar e. Kanî şêxê dîwana zikir Di laşê me de birîn vekir Pir bûn di dil tîra kevan Dil û hinav tev hûrdikir. Kanê kulîlka baxçê îrem Gihaştî ji me ku bû edem Dê em ji kê hewar bikin Teqdîr jî ji mêj de qelem. Navê rûmet û zî neseb Şêx Masûm ê enwerî Gul û rihana qelbû dil Nabe xwîya sîma perî. Husn û cemal bê mîsal e Qedr û qîmetê dê delal e Çeşmê sîyah gerden xefîf Naçe j'me raman û xeyal e. Esl û fesil pir ji Şerîf e Gewhera dur û sedef e Şêx Masûmê kêl enber e Bûye metfûn pir telef e. Ew zanyarek ‘alî meqam Xwedî çand û pir hunerî Zî nîsbetê feyzê bîlal Ew meş’ela behrû berrî. Derman ê derd û birînbû Pêşî û talîyên her ‘îllet ê Distîne bi çav bîn