Kayıtlar

Mart, 2023 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BEJIN DIRÊJ ....

Resim
BEJIN DIRÊJ .... Bejin dirêj wekî dehlan  Fîstan ji rengê sorgulan Por bi hine berda milan Agir dixe ceger û dilan. Kiras li ba pêlê deryan Yarê bedewiya zerîyan Li ber avê dike seyran Ew delala wek horîyan. Zerî rindê bi xeml û xêze Dew dikeyîn bi hiş û rêze Bi kêrhatî meşk himbêze Fîstan difûr berba dilêze. Carek binêr hey dîlberê Li sîng birîna bi xincerê Were destan bide serê Derman bike êş û kederê. Da bi hêz ez rabim piyan Ligel te ez li dirb û riyan Gûr û geşbe hêviya jiyan  Jîn li me boy nebe ziyan. Seyda Mêrdînî 24.03.2022

BU VAN HELWESTAN

Resim
BI VAN HELWESTAN? Yaşar efendî b'van helwestan Gelo çi hebû te li ber destan Pênûs nivîsand te bêrawestan Te jî suxre kir ji bo serdestan Ji bo gelê xwe te suxre nekir Te dil û ceger ji bo tirkî vekir Aqil ji bo wê te perwerde kir Ew b'te xweşbû wek şîr û şekir Zulm û zordarî li kurdên feqîr Ne te ew bihîst ne jî hate bîr Qet li dilê xwe we nedî ew tîr Nabe bêdengbin kesê wek te jîr Ji bo Niştîman te nekir xizmet Ji dest dihatî te karî bû helbet Çima li cem te nebû ew xîret Kesên tirsonek nabîn bi rûmet S Mêrdînî 06.04.2018